HER KU EM DIAFIRÎNIN EM MEZIN DIBIN
JI BER KU EM KARÊ XWE BI EVÎNÎ DIKIN!

Bi mebesta ku em karibin ji bo zarokan anîmasyonan çêkin, naverokên rengîn û hengdar amade bikin wek Anîma Produksiyon me di sala 2018’an de dest bi xebatan kirin. Di nava du salan de êdî wek şîrketeke çêker em dikarin ji bo ku fîlmekî çêbikin ji asta senaryoyê heta weşanê hemû karên pêwîst pêk bînin.
Di heman demê de bernameyên me yên ku em li studyo û derveyî studyoyê amede dikin, nêrîneke berfireh li cihana weşangeriyê zêde kiriye.
Îro êdî di nava du salan de ku demeke gelek kurt e, hemû pêvajoyên xebatên vîdeo, produksiyon, wêne, sêwirandin, anîmasyon, reklam û danasînê em bi koma xwe ya ciwan û çalak re dimeşînin.
Taybet bername û anîmasyonên ku em li ser zarokan çêdikin cudahiya me derdixe holê..
Li gel teknolojiya ku di jiyana me de guhertinên mezin pêk tînin, koma me ya ciwan û çalak fikir û sepandinên nû bi awayekî dînamîk dixe meriyetê û bi hilberînin xwe di qadê de cudahiyeke mezin derdixe holê.
Bi dîtin û tîma xwe ya xwedî azmûn û enerjîk re em pêkanîna xebata herî baş bi karên ku me heta niha kirine re nîşan didin.
Bi derhêner, koma çêker, nivîskar, koma sêwirandina karakteran û koma post-produksiyênê ve em malbateke mezin in.
Gava ku em karên xwe dikin, em gelek kêfê jê digirin û di ber re gelek tiştan hîn dibin. Ji ber ku her ferdekî/e malbata me meraqdar, kelecan û nûxwaz e..
Wek Anîma Produksiyon ji roja ku me dest bi vî karî kiriye, em bi evîna karê xwe re ava bûne. Her gavê em ê hewl bidin a herî baş pêk bînin, em ê evîna xwe mezin bikin û bi riya xwe de berdewam bikin..
Komên Me – Xizmetên Me
Bi komên me yên ku di qada xwe de profesyonel in re Anîma Produksiyon:
››2D sêwirandina karakteran, 2D grafîk dîzayn û 2D anîmasyon
››3D modelkirin, anîmasyon, sêwirandina avahîsaziyê
››Bi her cure armatûrên kamera û ronahiyê kêşanên studyoyê yên profesyonel
››Xizmetên wergerê yên profesyonel
››Dûblaj û dengdayîna profesyonel
Di van qadên anîmasyon û produksiyonê de xwedî kadroyên pispor e.

Xebatên Me yên Mînak
Hin mînakên xebatên me yên ku me heta niha çêkirine yên sêwirandina 2D (2 Dîmen) û 3D (3 Dîmen) anîmasyon û modelkirinê li jêrê ne.
Ji bo her cure projeyên we yên grafîkî yên 2D/3D ji Forma Pêwendiyê hûn dikarin xwe bigihînin me, di heman gavê de em teklîfê bidin we!








Referansên Me
›Zarok TV (2D/3D Anîmasyon+Dûblaj)
›Koordînasyona Pandemîya Civaka Sîvîl ê Amed (Vîdeoyên Sêwiran)
›Weqfa Koçbêriyê (Sêwira Websîte)
Teklîfa Bihayê – Forma Pêwendiyê
Forma onlînê ya jêrê bi kar bînin, hûn dikarin ji bo her cure projeyên xwe daxwaza teklîfa bihayê ji me bikin; pirs, dîtin û pêşniyazên xwe ji Anîma Produksiyonê re ragihînin!
Dîtin û fikrên we ji bo koma me gelek nirxdar e!
Agahiyên Şîrketê:
Anîma Produksiyon Reklam Organizasyon Yay. Tur. İnternet Teknoloji San. Tic. Ltd. Şti.
Navnîşan:
Bağcılar Mahallesi Evrim Alataş Caddesi,
Diyar Grup Plaza No:2/4, Bağlar, Diyarbakır
Tel: +90 412 503 08 75
E-maîl: [email protected]
Gava ku forma we bigihîje me, em ê di demeke kurt de bersivê bidin we.